Du kolberên xelkê bajarê Merîwanê li ser sînorê bajarê Banê bi teqeya rasterast a hêzên rejîmê birîndar bûn.
Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, roja Duşemî 29ê Cozerdanê du kolberên xelkê bajarê Merîwanê li ser sînorê “Hengejal” yê bajarê “Banê” bi sedema teqeya rasterast a hêzên ser sînorî yên rejîmê birîndar bûne.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê tenê nasnameya yek ji wan kolberan yê bi navê “Îdrîs Emînî” eşkere bûye û nasnameya kolberê din hê jî nehatiye zanîn.
Herwisa “Hengaw”ê daye zanîn, ku ew du kolberên Kurd piştî birîndarbûnê bona tedawiyên pizîşkî bo navenda dermanî ya “Selahedîn Eyûbî” li bajarê “Banê” hatine veguhastin.