Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Parlemana Norwêjê semînerek li ser pirsa kurd bi rê ve çû

11:05 - 20 Hezîran 2023

Wezîra Derve ya Norwêjê li Palemana vî welatî, li ser pirsa Kurd semînarek ji bo Kurdên diyasporayê pêk anî.

Roja Duşemî rêkevta 29ê Cozerdanê, “Anîkên Huytfeld”, Wezîra Derve ya Norwêjê, semînarek bo Kurdên her çar parçên Kurdistanê li Parlemana vî welatî pêk anî.

Şanda Pêwendiyên Komîteya Hizba Demokrat li Norwêjê bi serokatiya Berpirsê Teşkîlatî li derveyê welat, “Kawa Ebdalî”, beşdariya semînerê bû.

Wezîra Derve ya Norwêjê di wê semînarê de behsa rewşa siyasî ya her çar parçeyên Kurdistanê kir û balkişande ser wan arîşe û pirsgirêkên ku di niha de li wan parçeyên Kurdistanê hene.

Piştre nûnerên her yek ji hêz, alî û rêxistinên siyasî û civakî, pirs, pêşniyar û têbînîniyên xwe li ser mijarên cur bi cur pêşkêş kirin, ku ji aliyê Wezîra Derve ya Norwêjê ve bersiva hinek ji wan hate dan.

Hêjayî gotinê ye ku rêxistinên Hzibê wek nûnerên Komîteya Derve ya Yekîtiya Jinan, heyeta Komîteya Birêveberî ya Yekîtiya Jinan li Norwêjê, nûnera Komîteya Giştî ya Komela Kurdî li Norwêjê û heyeta Komîteya Birêveberiya Komeleya Kurdî ya Ostfoldê bi awayî çalakane di wê semînarî de beşdarî kiribûn.