Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn hiktar ji daristanên navçeya Merîwanê di nav agir de şewitîn

11:59 - 20 Hezîran 2023

Di heyama rojên derbasbûyî de, daristanên navçeya Merîwanê ji aliyê kesên nenas ve hatine agirberdan û bi wê sedemê çendîn hiktar ji daristanên wan deveran şewitîn.

Li berdewamiya şewtandin û kavilkirina daristan û jîngeha Rojhilatê Kurdistanê, roja Yekşemî 28ê Cozerdanê, bo cara duyem daristanên “Dasêrana Qedîm” a Merîwanê bi awayê bi zanebûn hatine şewitandin.

Herwisa di çend rojên derbasbûyî de, bi sedema agirberbûn ji daristanên Çor, Tiflî, Mûsk û Çiyayê Qarawa, zêdetir ji 26 hiktar ji darên Berû û çîrîngehên wan navçeyane hatine şewitandin.

Ji aliyeke dinê ve, navendên pêwendîdar ên rejîmê ti hewlek bo temirandina agir nedane, tenê jîngehparêzan û xelkê navçeyê bi bê ti îmkanatekê hewla temirandina agir dane.

Cihê gotinê ye ku siyaseta jinavbirina jîngeh û daristanên Kurdistanê tiştek nû nîne; Hemû salekê, digel germbûna keş û hewa, Komara Îslamî ji rêya destûpêwendiyên xwe ve agir berdide daristanên Kurdistanê û bi sedema wê siyasetê, salane bi hezaran hiktar ji daristanên Kurdistanê di nav agir de têne şewitandin.