Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê pîlana terorkirina “Mewlewî Ebdulhemîd” heye

12:01 - 20 Hezîran 2023

Piştî binçavkirina kesekî cihê şik û gumanê yê ser bi Spaha Pasdaran li Mizgevta “Mekkî” ya bajarê Zahidanê, eşkere bûye ku wî xwestiye “Mewlewî Ebdulhemîd” teror bike.

Pêka rapora “Halweş”ê, piştî binçavkirina kesekî cihê şik û guman ê xelkê devera “Dilgan”ê li Mizgevta “Mekkî” ya bajarê Zahidanê, eşkere bûye ku Spaha Pasdaran xwestiye bi rêya wî kesî ve, kesayetiyê olî û pêşnimêjê Mizgevta “Mekkî” ya bajarê Zahidanê “Mewlewî Ebdulhemîd” jehrî bike.

Herwisa Halweşê daye zanîn, ku wî kesî îtiraf kiriye ku Îtilaata Spaha Pasdaran ew jehre bo terorkirina “Mewlewî Ebdulhemîd” bi navbirî re daye û her heftiyê 15 milyon Tumen jî bi wî re hatiye dan ku vê terorê encam bide.

Piştî agehdarbûna xelkê ji vê rewşê, xelkê bajarê Zahidanê rû bi Mizgevta “Mekkî” ve çûne û înterneta bajar jî rastî qutbûn û pirsgirêkên micid hatibû û rewşeke ewlehî ji aliyê hêzên ewlehî û leşkerî yên rejîmê ve, bi ser bajarê Zahidanê de hatibû sepandin û rêyên hatinûçûn bo derveyî bajar kontrol dikirin.

Herwisa ofîsa “Mewlewî Ebdulhemîd”, roja Duşemî 29ê Cozerdanê, bi belavkirina daxuyaniyekê, bas ji binçavkirina kesekeî cihê şik û gumanê li Mizgevta Mekkî kiriye û gotiye ku ew kese girêdayî bi çend navendan e û nabe xelk nigeran bin û hewce ye xelk aramiya xwe biparêzin.

Mewleyî Ebdulhemîd, cih û pêgehek bilind di nav xelkê Belûçistanê de heye û di dema şoreşa Jînayê de ji bo rabûna xelkê Belûç li dijî rejîma Îranê kesek bi bandor bû û her lewma rejîma Îranê bi hemû awayî hewl dide wî kesayetiyê olî û naskirî ji holê rake.