Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du birîndarên şoreşa Jînayê li ser sînorê Tirkiye û Yûnanê hatine girtin

12:07 - 20 Hezîran 2023

Du welatiyên Kurd ku di şoreşa Jînayê de birîndar bibûn ji aliyê polîsên Yûnanê ve li ser sînorê Tirkiye û Yûnanê hatine girtin û rastî lêdan û îşkenceyê hatin.

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Şemî 27ê Cozerdanê, “Kemal Pîşwend” û “Wahid Rûznewerd” du ji birîndarên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” ku çavên wan bi sedema teqeya hêzên rejîmê saçime ber kevtibû, li ser sînorê Yûnan û Tirkiyê ji aliyê polîsên Yûnanê ve hatine girtin û rastî lêdan û îşkencê hatine.

“Kemal Pîşwend” di gotûbêjekê de digel “Kurdpa”yê ragihandiye, ku kurê wî yê bi navê “Artîn Pîşwend” jî digel de ye û bi sedema lêdana polîsên “Yûnan”ê derbe ber hestiyê destê wî ketiye û herwisa hestiyê sîngê “Wahid Rûznewerd” jî şikestiye.

Her 3 welatiyên navbirî bo tedawiyên pizîşkî û dermankirina çavên xwe dixwastin ji rêya “Yûnan”ê ve ber bi Ewropayê ve biçin.

Herwisa “Kemal Pîşwend” bi “Kurdpa”yê re daye zanîn, ku li dema binçavkirina wan ji aliyê polîsên Yûnanê ve, mobaylên wan hatine birin.

Navbirî ragihandiye ku di dema dîportkirina wan ji Yûnanê bo welatê Tirkiyê, wan rewşa xwe bo polîsên Tirkiyê bas kiriye û hatine berdan û niha li bajarî “Îstenbûl”ê de ne.

“Kemal Pîşwend” bi belavkirina girte vîdoyekê ji xwe ragihandiye, ku ji aliyê rejîma Îranê ve di bin çavedêriyê de ne û ji xelk û navendên mafê mirovî daxwaza hevkariyê kiriye.