Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Niyozlendê navê 18 berpirsên rejîma Îranê tehrîm kir

13:31 - 20 Hezîran 2023

Niyozlendê 18 berpirsên rejîma Îranê bi sedema hebûna rola wan li serkuta xelkê Îranê di şoreşa “Jîna”yê de tehrîm kir.

Dewleta Niyozlendê, di tehrîmeke nû de li dijî rejîma Îslamî ya Îranê, 18 berpirsên ewlehî û dadwerî yên rejîma Îranê ku di heyama şoreşa Jînayê de li serkuta xelkê Îranê rol hebûne, li listeyê dorpêçan zêde kir, bi vî awayî hejmara berpirsên rejîmê li lîsteyê dorpêçên Noyozlendê li dijî rejîma Îranê gihîşte 55 kesan.

Di nav wan kesên hatinî tehrîmkirin, navê Serokê Taya 15 a Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Tehranê “Ebulqasim Selewatî, Dadwerê binav Dîwana Bilind a rejîmê û Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Tehranê “Mihemed Muqeyise”, Dadwewrê Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Kerecê “Mûsa Asef El-Husênî” û Cihgirê Fermandeyê Biryargeha “Sarellah” a Spaha Pasdaran “Husên Necat” têne dîtin.

Herwisa navê Serokê Biryargeha Saybêrî ya besîcên rejîmê “Muslim Mu`în”, Sekreterê Stada binav Emir bi Meirûf û Nehî ez Munker “Mihemedsalih Haşimî Gulpayganî”, Fermandeyê Spaha Pasdaran a rejîmê li Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê “Ehmed Şefahî” û Fermandeyê binav hêza Întizamî ya rejîmê li Parêzgeha Sinê “Elîriza Muradî” jî têne dîtin.