Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezayê 6 meh girtîgeh bi ser welatiyekî xelkê bajarê Bîcarê de hate sepandin

13:36 - 20 Hezîran 2023

“Daniş Mewlûdî” welatiyê xelkê bajarê “Bîcar”ê ku di mesa şoreşa “Jîna”yê de hatibû binçavkirin, ji aliyê Dadgeha Tawanan a rejîmê li vî bajarî cezayê 6 meh girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Daniş Mewlûdî” yê temen 27 salî û xelkê bajarê “Bîcar”ê, bi Serokatiya “Mîlad Rehmanî” bi tohmeta “propaginde li dijî rejîmê” 6 meh girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.

Navbirî hevdem digel nerizayetiya seranserî ya sala derbasbûyî li bajarê “Bîcar”ê, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkirin û piştî derbasbûna mehek ji binçavkirina wî bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgehê hatibû azadkirin.

Ev welatiyê Kurd sala 1396an a Rojî, carek din bi sedema çalakiyên xwe hatibû binçavkirin û piştî derbasbûna 6 mehan bi danîna barimteya 1 miliyard Tumenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

“Daniş Mewlûdî” dawiya meha Rezbera sala 1399an, ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Giştî û Şoreşê ya rejîmê li bajarê Bîcarê bi tohmeta “endambûn di yek ji Partiyên Kurdî de” 5 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.