Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanadayê 7 dadwerên rejîma Îranê xiste nav lîsteyê dorpêçan

13:54 - 20 Hezîran 2023

Wezareta Derve ya Kanadayê, navê 7 dadwerên rejîma Îranê bi taybet dadwerên ku li binav dadgehên Şoreşê de kar dikin, bi sedema rolhebûn li binpêkirina berçav û sîstematîk a mafê mirovî li sîstema dadweriya rejîmê, li listeyê dorpêçan zêde kirin.

Pêka daxuyaniya Wezareta Derve ya Kanadayê, Berpirsê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Îsfehanê “Murteza Beratî”, Dadwerê Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Meşhedê “Hadî Mensûrî”, Berpirsê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Kerecê “Mûsa Asef El-Husênî”, Berpirsê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Şîrazê “Mehmûd Sadatî”, Berpirsê Taya Diwana Bilind a rejîmê “Mihemed Muqeyse”, Şêwîrmendê Dadgeha Tawanan a rejîmê li parêzgeha Fars “Mihemed Tehemten” û Dadwerê rejîmê li parêzgeha Gulistanê “Heyder Asabî”, ji aliyê Knadayê ve hatine tehrîmkirin.

Ew dorpêça Wezareta Derve ya Kanadayê, 12emîn pekêca dorpêçî ya Kanadayê li dijî rejîma Îranê ye.

Pêka dorpêçên Kanadayî li dijî rejîma Îranê, darayiya wan kesane li Kandayê dest bi ser de tê girtin û serdana wan bo vî welatî tê qedexekirin û herwisa her cure ticareteke xelkê Kanadayê digel wan kesane hatiye qedexekirin.