Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Keça girtiyeka siyasî ya Kurd di girtîghê de bê nasname û di rewşeke xirab de ye

18:34 - 20 Hezîran 2023

Keça girtiya siyasî ya Kurd “Suida Xedîrzade” ya bi navê “Solîna” ku temenê wê ji 1 salê derbas bûye, niha jî bê nasname ye û rewşa jiyan û ewlehiya wê keça biçûk di girtîgehê de nebaş e.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, girtiya siyasî ya Kurd “Soida Xwdîrzade” ya dayîka “Solîna"a temen 1 salî li girtîgeha rejîmê li bajarê Urmiyê, bo dabînkirina hewcehiyên xwedîkirina vê keça biçûk rastî çendîn pirsgirêkan hatiye û tevî ku bo dabînkirina şîr, kinc û hewcehiyên din tûşî pirsgirêkên dijwar bûye, rastî gefxwarinên berpirsên girtîgehê bo jêstandina keça vê û binavkirina keça vê bi “terorîst” û “Daîş” hatiye.

Herwisa “Kurdpa”yê daye zanîn, ku girtiya siyasî ya Kurd ku cezayê 12 sal û 6 meh girtîgeh bi ser de hatiye sepandin, bo danînkirina hewcehiyên destpêkî yên xwedîkirin û pewerdeya keça xwe rastî pirsgirêkên gelek micid hatiye û nikare xwarina hewce û tendirust û kincên hewce bo keça xwe dabîn bike û ji kincên zarokên din ên li girtîgehê mifahê werdigre û ji xwarina ku li girtîgehê de bi binçavkiriyan re didin, bi neçarî bi keça xwe re dide û her rojê bi tenê demjimêrekê dikare zaroka xwe bo hewşa girtîgehê bibe.

Herwisa Kurdpayê ragihandiye, ku kesên xêrxwaz ên malbatên binçavkiriyan bi tenê beşek ji şîr û kincan bo vê zaroka temen 1 salî dibin û malbata “Suida”yê jî şiyana malî nîne ku bikare hewcehiyên vê û zarokê dabîn bike.

Herwisa Suida û Solîna keça xwe, pirsgirêka destpêrenegihîştin bi pizîşk û dermanan jî hene û di girtîgehê de pizîşkê zarokan nîne û dermanên hewce jî divê ji derveyî girtîgehê û bi pereyekî zêde bêne kirîn ku vê girtiya siyasîya Kurd şiyana wê yekê nîne.