Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî Mucahidîna Xelq di encama êrîşa ji nişkê ve ya polîsên Albanî hate kuştin

18:57 - 20 Hezîran 2023

Rêxistina Mucahidîna Xelq di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku hezaran kes ji polîsên Albanî êrîşê kampa wê ya Eşrefa 3 kirine û endamekî wê saziyê hatiye kuştin.

Rêxistina Mucahidîna Xelq di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku derdorê hezar hêzên polîsê Albanî sibêdeha Sêşemî 30ê Cozerdanê, êrîşê ser kampa wê saziyê kirine û gelek derî, pencere û kelûpelên wan şikandine û bi gaza rondikrêj rûniştiyên wê kempê dorpêç kirine.

Rêxistina Mucahidîna Xelq (PMO) ragihandiye, ku Komara Îslamî ya Îranê daxwaza wê êrîşê kiriye, lê heta niha berpirsên Komara Îslamî ya Îranê di vê derheqê de ti bertekek nîşan nedane.

Di vê derheqê de, Wezareta Hundir a Albanyayê bi belavkirina daxuyaniyekê li ser rûpela xwe ya Facebookê, êrîşa li ser kampa Eşref piştrast kiriye.

Herwisa Mucahidîna Xelq di daxuyaniya xwe de daye zanîn: "Mucahidîn li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Neteweyên Yekbûyî ku çebdîn caran garantiya asayiş û tendirustiya rûniştiyên Eşrefê kirine, em bang li wan dikin ku wan reftarên hovane û cinayetkarane şermezar bikin û garantiyên pêwîst ji bo pêşîgirtina wan reftarên neyasayî ku piraniya wan peymannameyên navdewletî ji wan rêkevtinameyên penaberan, carnameya cîhanî ya mafên mirovî û rêkkevtinnameya Ewropayî ya ji bo mafên mirovî binpê dikin, bicih bînin".