Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deh sal dûrxistin û 5 sal girtîgeh bi ser werzişvanekî Kurd de hate sepandin

22:28 - 20 Hezîran 2023

Yek ji binçavkiriyên şoreşa “Jîna”yê yê bi navê “Perham Perwerî” ji aliyê Taya 28 a Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Tehranê bi serokatiya binav dadwer “Emûzade”, 10 sal dûrxistin bo girtîgeha rejîmê li bajarê “Cask” ê ser bi  parêzgeha “Hormozgan”ê û 5 sal girtîgeh bi ser de hate sepand.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 7ê Cozerdana 1402 a Rojî, endazyar “Perham Perwerî” yê temen 25 salî û xelkê bajarê Seqizê û derçûyê “Endazyariya Mîkanîk” li Zanîngeha “Sen`et” a bajarê Urmiyê, li Taya 28 a Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Tehranê bi serokatiya binav dadwer “Emûzade” bi tohmeta “muharibe û hewldan li dijî asayîşa netewî”, hatibû dadgehîkirin û bê amadebûna parêzerê xwe yê bi navê “Mazyar Tatayî”,  berevanî ji xwe kiribû.

Kurdpayê ragihandiye, ku ew cezaye li 30ê Cozerdana 1402 a Rojî, li girtîgeha “Êvîn”ê bi navbirî re hatiye ragihandin.
 
“Perham Perwerî” roja Çarşemî 18ê Xezelwera 1401 a Rojî, li meşa serhildana seranserî di dema karkirinê de li kompaniyeke endazyariyê li bajarê Tehranê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgeha ewlehî ya girtîgeha “Êvîn”ê ve bi tohmeta “muharibe" hatibû sizadan.

Hêjayê gotinê ye ku “Perham Perwerî” xwediyê pileya sêyem a avjeniyê li ser asta Îranê ye.

Navbirî niha di benda 209 a girtîgeha “Êvîn”ê de binçavkirî ye.