Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê derheq êrîşa polîsên Albaniyê li ser kempa Mucahidîna Xelq li vî welatî daxuyaniyek belav kir û ew kiryare bi tundî şermezar kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Xelkê azadîxwaz û xebatkar ên Îran û Kurdistanê!
Civat û rêkxirawên navnetewî yên parêzerê mafê mirov!
Li gorî daxuyaniya Sekreteriya Şêwreya Milî ya Muqawimetê, sibêdeha roja Sêşemî 30ê Cozerdana 1402 a Rojî, bi sedan kes ji polîsên Albaniyê bi operasyoneke ji nişkê ve û berfireh li dijî Rêxistina Mucahidîna Xelq êrîş kire ser kampa Eşrefê 3 ya li herêma Durûs a vî welatî. Di encama wê pevçûnê de endamekî wê rêxistinê hate kuştin û gelek kes jî bi sedema lêdana polîs û bikaranîna gaza rondikrêj û gaza bîber birîndar bûn ku rewşa hin ji wan baş nîne. Herwiha hin kelûpelên rûniştiyên wê kampê hatine şikandin.
Ev operasiyona di demekê de ye ku Rêkxirawa Neteweyên Yekbûyî û welatên Rojavayî û bi taybet Amerîka berê soza dabînkirina ewlehî û parastina canê endamên Rêxistina Mucahidîna Xelq dabûn.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, vê kiryara Albaniyayê di berjewendiya Komara Îslamî de û li rasteya mana wê rejîmê di vê dema hestiyar de, hevdem digel xebata xelkê mafxwaz û netewên bindest ên Îranê li dijî wê rejîma keneperest û herwisa wek hewlek li dijî hêzên azadîxwazan li derveyê Îranê dizane.
Em herwiha wê êrîşa han hevdem û wek bikaranîna maşîna îdamê, qirkirin û dezgehên tepeserker ên vê rejîmê li navxwe, leşkerkêşî û gefên êrîşên mûşekî û dronî li dijî penaberên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê dibînin. Ji ber vê yekê em daxwazê ji civaka navdewletî û rêxistinên mafê mirovî dikin ku li hember vê yekê bêdeng nemînin û digel bi tundî şermezarkirina vê kiryara neyasayî û berevajî peymanên navdewletî, givaşê bixine ser dewleta Albaniyê ku rê li dubarebûna van kiryaran bigire û ewlehiya endamên wê rêxistinê li gorî peymannameyên navneteweyî yên pêwendîdar bi penaberan, peymannameyên cîhanî yên mafê mirovî û peymannameya mafê mirovî ya Ewropayê garantî bikin.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê
30ê Cozerdana 1402 a Rojî
20ê Hezîrana 2023an