Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlerman û meclîsa Sena ya Feransê piştevanî ji hewla xelkê Îranê bo guherîna rejîmê kirin

10:56 - 21 Hezîran 2023

Zêdetir ji 360 nûnerên parleman û endamên meclîsa Sena ya Feransê bi wajokirina deqeke hevpar, piştevaniya xwe ji hewldana xelkê Îranê bo guherîna rejîma Komara Îslamî ya Îranê dane xuya û daxwaza encamda karên lezgîn û micid û qedersaz li dijî rejîma Tehranê” ji civaka cîhanî kirine.

Roja Sêşemî 30ê Cozerdana 1402 a Rojî, 209  nûnerên parleman û 76 senator ên partiyên cuda yên meclîsa Senaya Feransê deqeke hevpar li dijî rejîma Komara Îslamî ya Îranê wajo kirine û di vê deqê de tevî îşarekirin bi kuştina zêdetir ji 750 kesên nerazî ji aliyê rejîma Îranê û binçavkirina zêdetir ji 30 hezar kesî, daxwaz ji civaka cîhanî kirine ku “divê ew berpirsyayetiya xwe li stu bigrin”.

Herwisa wajokerê vê deqê, tekezî kirine ku “divê her guherînek ji aliyê xelkê Îranê û berxwedana wan bixwe be”. Herwisa wan daxwaz ji civaka cîhanî kirine ku “bi encamdana karên lezgîn, qedersaz û micid li dijî rejîma Îranê, piştevanî ji hewldana xelkê Îranê bo guherîna rejîmê bikin”.

Li nav lîsteya wajokerê vê deqê de navê hejmarek zêde ji berpirsên girûpên parlemanî û rêberên partiyên Feransê ên wek Partiya Rastgira ya Komarîxwazan, Partiya Sosyalîs û Partiya Komonîst û kadrê Partiya desthilatdar a Feransê û herwisa senatorên “Partiya Kesk û Partiya Sosyalîst” û senatorên serbixwe jî têne dîtin.