Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevpeywendiya Komarîxwazî, pîlanên rejîmê yên derheq êrîşa li ser hizbên Kurdî şermezar kir

11:08 - 3 Hezîran 2023

Navenda Hevpeywendiya Komarîxwazî bo Herifîna Komara Îslamî ya Îranê di daxuyaniyekê de bi tundî pîlanên rejîma Îranê bi mebesta êrîşkirin li ser rojavayê Îranê û êrîşa ser hizên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir.

Di beşeke vê daxuyaniyê de hatiye:

Li gora raporên ku derheq veguhestina hêz ji aliyê Spaha Pasdaran a rejîma Îranê ve bo navçeyên rojavayê Îranê gihane destê me, Navenda Hevpeywendiya Komarîxwazî bo Herifîna Komara Îslamî ya Îranê careke din piştevaniya xwe ji gelê Kurd û hizbên wê yên pêşkevtî dubare dike û ew pîlanên rejîma Îranê bi tundî şermezar dike.

Piştî destpêkirina serhildana gelên Îranê û qetila hikûmetî ya Jîna Emînî ji aliyê hêzên rejîmê ve, Spaha Pasdaran bi veguhastina çekên giran bo rojavayê Îranê, çendîn caran bargeh û binkeyên hizbên Kurdistanê li Herêma Kurdistanê bi mûşek û dironan bombebaran kiriye, rejîma narewa ya Îranê bi hemû hêz û şiyana xwe ve givaş xistiye ser Kurdistanê û mijûlê kuştin û îşkenceya pêşengên wê şoreşa mezin a gelên Îranê ye.

Rejîma Îranê bi leşkerkêşiyên xwe bo ser Kurdistanê, dixwaze xelkê Kurd bitepisîne û neçar bi paşvekişînê bike, ji bo vê ku demê bi dest bixe û piştî xwerêxistinê, ji nû ve şoreşa gelên Îranê li ser şeqaman li dijî desthilata xwe serkut bike.

Komara Îslamî ya Îranê navê cudatîxwaz daniye ser xelkê Kurdistan û Belûçistanê û dixwaze bi wê yekê wê xelkê tepeser û komkujî bike.

Rejîma Îranê niha baş dizane ku êdî çiyê din nikare ew serhildana gelên Îranê serkut bike û dixwaze bi leşkerkêşî bo ser Kurdistanê û serkut û kuştina xelkê Kurd, rewşeke tirsnak û kujer di civaka Îranê de çê bike.

Em carek din ji bo pêşîgirtin ji kuştina xelkê Kurdistanê, bi hev re bi yekdeng û girevgirtin û hatina ser şeqaman, dubare li ser piştevaniya xwe li xelkê Kurdistanê tekeziyê dikin û li hember Komara Îslamî ya Îranê derdikevin.

Em ji civaka cîhanê û rêkxirawên mafê mirovî li hemû cihanê daxwazê dikin ku li hember wê serkuta rejîma Îranê bêdeng nebin û helwêstê bigirin.