Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêmin Mistefayî li girtîgeha Sinê hate îdamkirin

11:29 - 21 Hezîran 2023

Girtiyê xelkê Merîwanê yê bi navê “Hêmin Mistefayî” ku bi tohmeta kuştina endamekî Spaha Pasdaran, sizayê darvekirinê bi ser de hatibû sepandin, piştî 12 salan li girtîgeha Navendî ya rejîmê li bajarê Sinê hate îdamkirin.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, sibeha roja Çarşemî 31ê Cozerdana 1402 a Rojî, Hêmin Mistefayî yê xelkê bajaroka “Kanî Dînar” a Merîwanê, li girtîgeha Navendî ya rejîmê li bajarê Sinê hate îdamkirin.

Hêmin Mistefayî roja Duşemî 29ê Cozerdanê, bi mebesta cîbicîkirina sizayê darvekirinê ji bo odeya takekesî ya girtîgeha Navendî ya rejîmê li Sinê hatibû veguhastin.

Hêmin Mistefayî 11ê Rêbendana 1391 a Rojî, bi tohmeta kuştina yek ji endamê berê yê Spaha Pasdaran ê bi navê Îbrahîm Mihemedî li Merîwanê hatibû girtin û di dema lêpirsînê de, di bin îşkence û lêdanê de kuştina vî endamê Spaha Pasdaran bi zorê kêşabû stuyê xwe.