Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Almanê careke din li derheq sîxurîkirina rejîma Îranê bo ser dijberên xwe li Alamnê huşdarî da

11:51 - 21 Hezîran 2023

Rêkxirawa Ewlehiya Navxweyî ya Almanê, welatên “Rûsiye, Çîn, Îran û Tirkiye” wek encamderên sereke yên sîxurî li vî welatî de binav kir û ragihand ku rejîma Îslamî ya Îranê çavdêriyê li ser dijberên xwe li Almanê dike.

Rêkxirawa Ewlehiya Navxweyî ya Almanê, roja Sêşemî 30ê Cozerdana 1402 a Rojî, di rapora xwe ya salane de nivîsandiye, ku Tirkiye û Îran, her du wek gefa sîxurîkirin li Almanê, her du çavdêriyê li ser wan kesan û girûpane dikin ku wek beşek ji dijberên siyasî yên rejîma Îranê têne hesibandin.

Eva cara yekem nîne ku Rêkxirawa Ewlehiya Naxvxweyî ya Almanê derheq sîxurîkirina rejîma Îranê li ser dijberên xwe li vî welatî huşdariyê dide.

Herwisa li Befranbara sala 1401 a Rojî jî, vê Rêkxirawa Ewlehiya Almanê, rejîma Îranê yek ji wan welatane da nasandin ku dezgehên sîxurîkirina wan di vî welatî de çalak in.

Vê navenda ewlehiya Alamanê bi Îraniyên rûniştî yên vî welatî bi taybet yên dijberî rejîma Îranê re huşdarî daye ku “divê hişar bin” û ragihandiye ku li heyama xwenîşandanên Îraniyên rûniştiyê Almanê bo piştevanîkirin ji xwenîşanderan, kesên girêdayî rejîma Îranê girte vîdyo û wêne ji wan hilgirtine.

Berpirsê Rêkxirawa Ewlehiya Navxweyî ya Almanê “Tomas Haldin Wang”, bi Ajansa Nûçegihaniya Almanê re ragihandiye: “Di heyama çend salên serbasbûyî de eşkere bûye ku daxwaza Komar Îslamî ya Îranê bo sîxurîkirin li ser civaka Îraniyên rûniştî li Almanê zêdetir bûye”.