Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Buhara îsal de li Kurdistanê 175 kes hatine girtin

12:09 - 21 Hezîran 2023

Di Buhara îsal de li Kurdistanê, 35 kolber hatine kuştin û birîndarkirin, herwisa 175 kes hatine girtin û 20 girtî jî, ji aliyê rejîma serkutkar a Îranê ve hatine darvekirin.

Ji destpêka îsal ve heta niha li Kurdistanê, herî kêm 35 kolber ji aliyê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine gulebarankirin ku 7 kes ji wan hatine kuştin. Herwisa 175 kes bi tohmeta çalakiyên siyasî li dijî rejîmê hatine girtin ku 59 kes ji wan hatine dadgehkirin û ceza bi wan re hatiye birîn.

Ji aliyeke dinê ve, di heyama şeş mehên borî de herî kêm 16 mamoste û kesayetiyên olî yên Kurd li deverên cuda yên Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Tehranê ve hatine girtin.

Herwisa herî kêm 20 girtî hatine bidarvekirin û bi dehan welatiyên medenî bi guleyên hêzên rejîmê û di girtîgehên rejîmê de rastî îşkenceyê hatine û canê xwe ji dest dane.

Pêka rapora Ajansa Nûçegihaniya “Chaw News”ê, ji despêka sala Zayînî ve heta niha, herî kêm 346 girtî di girtîgehên Îranê de hatine darvekirin.

Hêjayê behskirinê ye ku Komara Îslamî ya Îranê di sala borî de jî, aliyê kêm 582 girtî bidar vekir ku 66 kes ji wan Kurd bûn.