Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirtûka “Aboriya Siyasî” çap û belav bû

09:53 - 22 Hezîran 2023

Li nêzîkbûna roja 22ê Pûşpera îsal, 34emîn salvegera şehîdkirina “Dr. Qasimlo”, pirtûka “Aboriya Siyasî” li waneyên şehîd “Dr. Qasimlo” çap û belav bûye.

Pirtîka “Aboriya Siyasî” komkiriyek ji waneyên aborî ye ku Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, rêberê şehîd, “Dr. Qasimlo” û bisporê zanista aboriya siyasî, li çiyayên Kurdistanê de bo kadrên Hizba Demokrat wek wane gotine. Pirtûk ji aliyê kadrê ragihandina Hizba Demokrat “Cemal Resûl Dinxe” ve hatiye amade û çapkirin.

Şehîd “Dr. Qasimlo” ku Duktoraya Zanista Aborî hebû, li wan xolên perwerdekirinê de bi zimaneke gelek sade û rohn, aboriya siyasî û siyaseta aborî, ji hevrêyên xwe yên Hizbî re, şirove kiriye.

“Cemal Resûl Dinxe” ku hewla amadekirin û çapkirina vê pirtûkê daye li vê derheqê de bi “Kurdistanmedia”yê re ragihand: “Pirtûk ji fayleke deng a wanegotinên şehîd “Dr. Qasimlo” bo kadrên Hizba Demokrat hatiye berhemanîn ku bi xwe fayleke deng ya 6 demjimêrî ye, lê mixabin ew fayl bi tevahî li ber dest nine û ev yeka ku li naveroka vê pirtûkê de hatiye, beşeke kurt lê girîng a waneyên “Dr. Qasimlo” li derheq aboriya siyasî ye.

Navbirî li derheq sedema hewla xwe bo çapkirina vê pirtûkê gotiye: “Yek ji sedemên palder bo amadekirina vê pirtûkê, ev e ku em wek nifşa nû ya şoreşa Kurdistanê li refên Hizbê de, yek ji erkên me ev yeke ku mîratên Hizba Demokrat û bi taybet gotin û hevpeyvînên “Dr. Qasimlo” û rêberên me yên din, bo nifşa bê veguhazin.