Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îdareya Federal a Parastina Yasaya Bingehîn a Almaniyayê li derheq revandina dijberên Îranê yên di welatî de bi destê rejîma Îslamiya Îranê hişdarî da

10:40 - 22 Hezîran 2023

Îdareya Ferderal a Almaniyayê di rapora ewlehiyê ya sala 2022`an de ku salên derbasbûyî jî ji xwe digire, ji dijberê Komara Îslamî re yên di wî welatî de ji ber revandin û qetlkirina wan bi destên sîxorên Komara Îslamî hişdarî da û ragihand ku  sîxorên rejîmê ji berê çalaktir bûne.

Di berdewamiya vê raporê de wiha hatiye, çalakiyên sîxorî yên Wezareta Îtlaat û Spaha Quds a Pasdarana Komara Îslamî, di vî welatî de, di heyama salên borî de jî hebûn lê, piştî şoreşa seranserî ya sala borî ya li Îranê, çalakiyên sîxorî yên wan li welatê Almaniya de berfirehtir û metrisîdartir ji demên berê bûne.  

Û berdewamkiriye û nivîsiye, sîxorên Wezareta îtlaata Komara Îslamî niha zêdtir bona komkirina agahî û naskirina dijberên rejîmê yên li Alman dijîn mejûlin û gefên wan li dijî dijberên rejîmê micditir bûne û heta bona revandin û kuştina dijberên rejîmê pîlanan radiçînin.

Saziya Ewlehiya Navxwe ya Alman ragihandiye ku, serkutkirina tund a xwenîşanderên li dijî rêveberên nizamê yên piştî xwenîşandanên Xermanana sala 1401an jî vê yekê diselmîne û herwisa şêwaza dezgeha Hêza rejîmê li hember Almaniyayê jî di piroseya nerazîbûnên sala 2022an li çav berê tundtir bûye, bo mînak rêberê rejîmê, welatên ewropî bi taybet Alman palder û tûjkerê wan xwenîşandanan daye zanîn.