Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çêkirina arîşe û pirsgirêkan ji aliyê hêzên rejîmê ve bo xelkê devera Çilçeme

10:50 - 22 Hezîran 2023

Spaha Pasdaran hêzek zêde bo devera “Çilçeme” ku dikeve di navbera sê bajarên weke “Merîwan, Seqiz û Dîwander”ê de veguhastiye û astengî û arîşe bo ser hatûçûna xelkê deverê çêkiriye.

Pêka nûçeya ku bo tora mediyayî ya “Kurd Channel” hatiye şandin li devera “Çilçeme” nêzî 40 maşînên ji hêzên Spaha Pasdaran bi çekên giran ve bo gundê “Agice û Gogice” hatine veguhastin.

Veguhastin û belavkirina wan hêzan bo nava gund de arîşe û pirsgirêk bo xelkê gund û deverê ku mijûlî kar û barên ajeldarî û wezêriyê ne çêkiriye.

Pêka çavkaniyek agehdar hêzên rejîmê êvara roja Sêşemî 30ê Cozerdanê li wan cihan hatine cihgîrkirin û berdewam di tevgerê de ne.

Hêjayê gotinê ye ku hêzên rejîmê bi hinceta hebûna hêza Pêşmerge li wan deveran dixwaze jîngehê kavil bike û arîşeyan bo xelkê deverê çêke.