Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Terha dorpêçên hertimî bi ser rejîma Îranê, li meclis û kongireye Amerîkayê de, dê bikeve ber dengdanê

11:25 - 22 Hezîran 2023

Meclis û kongireya Amerîkayê dixwazin bernameya dorpêçên hertimî yên li dijî rejîm,a Îranê bixin ber dengdanê û eger dengê hewce bidest bixin, dê dorpêçên li ser rejîma Îranê ku li sala 2026an de bi dawî dibin, dê bibin hertimî.

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Meclisa Nûnerên Amerîkayê “Maykêl Mekkal” û nûnera Demokrat “Sozî Lî”, nûnerê Komarîxwaz “Mîşêl Stîl” û 22 nûnerên din ên meclisa Amerîkayê terhek bo hertimîkirina dorpêçan bi ser rejîma Îranê amade kirine ku, di demek nêz de dê bo vergirtina dengan bo civîna eşkere ya meclisa Amerîkayê bê şandin.

Herwisa terheke hevşêwe li Senaya Amerîkayê de ji aliyê Senatorê komarîxwaz “Tîm Skat” û senatorên demokrat “Cekî Rozin û Megî Hesen” ve, hatiye amadekirin.

Sozî Lî li daxuyaniya xwe de îşare kiriye ku rejîma Îranê tevî hemû hewlên Amerîka û hevpeymanên vê bo baştirkirina aramî li Rojhilata Navîn de, piştevan û geşekerê terorîzmê maye û bilî cîranên xwe, li ser aramiya cîhanê jî bûye gef.

Herwisa “Mîşêl Stîl” jî gotiye: “Îran zilmê li xelkê xwe dike û li dijî keçên dersxwan êrîşên kîmiyayî bi rê ve dibe û gef li ser demokrasiya cîhanê ye û piştevanîkirina xwe li terorîzmê li cîhanê de bi micidî didomîne, ev terhê han dikar rê ji destpêregihîştina Îranê bi çeka navkî û gefên zêdetir li ser aşitiya cîhanê bigre”.