Piştî manora hêzên rejîma Îranê li meydana teqe ya Ertêşa rejîmê, daristanên “Kanî Qulîcan”ê li bajarê Merîwanê ji 30`ê Cozerdanê ve dişewitin û heta niha ti hewlek bo vemirandina vî agirî nehatiye dan û ew daristan bi awayekî berfireh dişewitin.
Pêka nûçeyên belavbûyî û herwisa daxuyaniya “Encumena Keska Çiya” ya Merîwanê, agirpêketin ji 30`ê Cozerdanê ve kevtiye nav daristanên “Kanî Qulicanê” û wan daristanan dişewitîne û ew agir tevî ku nehatiye vemirandin, bi qasekî berfireh bûye ku gihîştiye daristanên gundên derdorê jî.
Hemû salan bi hinceta manora leşkerî, agir berdidin bi wan daristanan û tên şewitandin
Di vê derheqê de “Encumena Keska Çiya” ya Merîwanê bi micidî daxwaz ji Fermandar, berpirsên ewlehî û întizamî yên bajarê Merîwanê kiriye ku cihê meydana teqeya xwe bo ciheke din veguhazin ku rê ji dubarebûna wan trajîdiyan, bên girtin.
Hêjayê gotinê ye ku, daristanên çiyayê “Qarava”yê li rojavayê bajarê Merîwanê li heyama 3 rojan de hatine şewitandin û yek ji baştirîn cihê darên “Benavê” şewitiye û ji nav çoye.
Rejîma Îranê di demsala germayê de bi hincetên cuda û bi armanca jinavbirina daristan û xwezaya Kurdistanê, agir ber dide daristanan.