Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna rêûresma roja girtiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê

11:23 - 3 Hezîran 2023

Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi hilkefta 12ê Cozerdanê, roja Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, rêûresmek lidar xist.

Piştînîvroya roja Înê 12ê Cozerdanê, bi beşdariya nûnerên Hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, nûnerên rêkxirawên mafê mirovî, endamên hizb û Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, rêûresmek bi hilkefta 12ê Cozerdanê, roja Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, bi rê ve çû. 

Di vê rêûresmê de peyama Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî”, bi hilkefta roja girtiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê Endamê Rêveberiya Hizba Demokrat “Amanc Zîbayî” ve hate xwendin ku di vê peyamê de li derheq rêzgirtin ji xebat û cangorîkirina girtiyên siyasî û xwedîderkevtin ji dîroka tejî serweriya wan, pêdegirî hatibû kirin.

Di beşa yekem a vê rêûresmê de, Selah Xizirpûr peyama Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê pêşkêş kir, di vê peyamê de hatibû: “Girîngîdan bi roja girtiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û xwedîderketin ji berxwedan û cangorîkirina girtiyên siyasî û malbatên wan ên rêzdar, erkeke mirovî, netewî û xebarkarane ye. Bila îsal em vê rojê  bikin bi hilkeft û derfetek bo zindîragirtin û bilindnirxandina kesayetî û moralbilindiya girtiyên siyasî û fedakariya malbatên wan.

Di beşeke din a vê rêûresmê de peyama Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi vê hilkeftê ji aliyê “Sîmîn Rohanî” ve hate xwendin, û di vê peyamê de jî hatibû: “Roja 12ê Cozerdanê, hewce ye ku bibe sedemek bo vê ku hemû hizb û rêkxirawên siyasî, korr û komên mafê mirovî û hemû alî û her takek, di her rewşekê de erkên ser milê xwe li hember girtiyên siyasî û malbatên wan ji bîr nekin, hewce ye ku her kesek di hemû hilkeftan de bibe dengê girtiyên siyasî li navxwe û derveyî welat.

Di beşeke din a vê rêûresmê de, Endamê Rêberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê “Elî Budaxî” tevî îşarekirin bi dîroka girtiyên siyasî yên Kurd li qonaxên cuda yên desthilatdariya rejîma Paşayetî û Komara Îslamî, bas ji hewcehiya tomarkirin û bi belgekirina dîroka qurbanîdana girtiyên siyasî û cinayetên Komara Îslamî wek kom-dosyeyek bo lipeyketina dadwerî li dadgehên navnetewî de kir.

Li beşeke di ên vê rêûresmê de helbestek ji aliyê mamosta “Bêbeş” ve hate pêkêşkirin û herwisa peyama rêzgirtina Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ji malbatên girtiyên siyasî û malbatên wan, ji aliyê birayê şehîd “Hidayet Ebdullapûr”, “Ferhad Ebdullapûr” ve hate xwendin.

Di beşa dawî ya vê rêûresmê de, perde li ser pirtûka “Zîndanbezênekanî ême le dîrokî Xoragirî da”, berhema çapkirî ya Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê hate rakirin û rêzlênana vê encumenê pêşkêşê wan kesan hate kirin ku li karê amadekirin û çapkirina vê pirtûkê de xwedî rol bûn.