Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya binpêkariyên mafê mirovî ji aliyê rejîma Îranê ve

11:54 - 22 Hezîran 2023

Cihgirê Komîsariya Bilind a Mafê Mirovan li Neteweyên Yekgirtî di raporekê de bo Şêwreya Mafê Mirovî ya Neteweyên Yekgirtî nivîsandiye ku li destpêka xwenîşandanên sala derbasbûyî li Îranê, rêzgirtin ji mafên mirovan li vî welatî bi awayekî berçav kêm bûye.

“Nêda Elnaşêf” Cihgira Komîsarê Bilind a Mafê Mirovan li Neteweyên Yekgirtî di raporekê de bo Şêwreya Mafê Mirovî ya Neteweyên Yekgirtî li derheq îşkencekirina girtiyan û zêdebûna rêjeya berçav a bidarvekirinan li Îranê nîgeraniya xwe nîşan da.

Di vê raporê de îşare bi vê yekê hatiye kirin ku, aliyê kêm 44 zarok ku 10 ji wan keç bûne di mesa xwenîşandanan de hatine kuştin û herwisa gotiye ku zêdetirîn rêjeya kuştî û birîndaran li Sîstan û Belûçistanê bûne ku 10 kes ji wan jî zarok bûn û herwisa di wan nerizayetiyan de nêzî 20 Hezar kes jî hatine binçavkirin.

Herwisa navbirî bas ji çendîn tawanên weke îşkencekirin û reftarên nebaş digel girtiyan bona îtrafên bizorê û herwisa tundûtîjî û destdirêjiyên regezî bo ser jin, zilam û zarokan li girtîgehên rejîmê de kiriye.

Navbirî di vê raoprê de nîgeraniya xwe li derheq rewşa xirab ya girtiyan li Îranê bi taybet li warê dabîn nekirina xizmetguzariyên pizîşkî û nebaşbûna rewşa tenduristiya girtiyan û pîsbûna ava vexwarina girtiyan li girtîgehên rejîmê de nîşan daye.

“Nêda Elnaşêf” di raporekê de bas ji bilindbûna rêjeya 75 ji sedî ya bidarvekirinan li sala 2022an li Îranê û herwisa îşare bi êrîşên kîmyayî yên berpirsên rejîma Îranê bo ser xwandingehên keçan kiriye.