Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çarenivîsa Pêjman Moradî piştî 15 mehan ji girtinê hîn jî nexuya ye

11:57 - 22 Hezîran 2023

Tevî derbasbûna 15 mehan bi ser girtina Pêjman Moradî welatiyê Rewanserê de, ji aliyê hêzên îtlaata Spaha Pasdaran ve, heta niha jî çarenivîsa wî nediyar e.

Li gor nûçeya Hengawê, Pêjman Moradî xortê xelkê bajarê Rewanserê ev zêdetir ji15 mehan e ji aliyê hêzên îtla`ata Spaha Pasdaran ve li Merîwanê hatiye girtin û heta niha ti agahî li derheq çarenivîs û cihê ragirtina navbirî ber dest ninin.

Li gorî nûçeya Hengawê, hêzên Spaha Pasdaran di pêwendiyeke kurt a telefonî de malbata Pêjman agehdar kirine ku kurê wan ji aliyê dezgeha hikûmetê ve hatiye girtin û ti hûrgiliyek li derheq sedema girtina navbirî de behs nekirine.

Vê Dezgeha hikûmetê derbarê Pêjman Moradî de dosyesazî kiriye û heta niha derbarê çarenivîs, rewşa tendirustî û cihê ragirtina wî ti agahî ber dest tuneye û heta pêwendiya telefonî bi malbat û xizmên din re jî tune ye.  

Karbidestên Komara Îslamî ya Îranê ji ber vê yekê çarenivîs û cihê ragirtina Pêjman Moradî eşkere nakin, dixwazin navbirî bi awayek neqanûnî wunda bikin û ev yeka jî li gorî yasayên navdewletî tawan tê hesabkirin.