Pêka nûçeyên piştrastkirî yên li derheq aloziyên vê dawiyê yên li navbera refên Partiya Komeleyê, bi mixabinî û nigeraniyeke zêde, sibêdeha îro Pêncşemî 1`ê Pûşpera 1402 an Rojî(22 Hezîrana 2023an) rewta aloziyan gihîştiye qonaxa êrîş û teqekirinê ku di encam de 2 hevrêyên Partiya Komeleyê canê xwe ji dest dane û birîndar jî li pey xwe anîye.
Di vê derheqê de, Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, tevî nîşandana nerehetî û nigeraniya xwe ji qewimîna vê bûyerê li rewşeke wiha hestiyar de, daxwaz ji aliyên pevnekirî dike da ku xwe ragirin û rê nedin ku rewş ji ya heyî taltir û aloztir bibe; Çimkî eva ku qewimiye, ne li berjewendiya Komeleyê û ne li berjewendiya tevgera Kurd de ye û ne rêçareyeke bi wec bo çareserkirina pirsgirêkan e.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li pêxema aramkirina rewşê û rêgirîkirin ji her cure aloziyeke din, amadebûna xwe dide xuya.
Bi hêviya sehkirin bi berpirsyaretiya zêdetir û dilsozaneya hemû aliyekê
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Birêveberî
1`ê Pûşpera 1402 a Rojî
22`ê Hezîrana 2023`an