Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê Hevpeymaniyên Siyasî yên Îranê êrîşkirina polîsên Albanî bo ser kempên Mucahidîn Xeliq şermizar kir

12:57 - 22 Hezîran 2023

Sê Hevpeymaniyên Siyasî, Kongireya Netewên Îrana Federal, Şêwreya Demokirasî xwazên Îranê û Yekîtî bo Azadî û Beraberî li Îranê, di daxuyaniyekê de tevî îşarekirin bi bêçaremana siyasetên rejîma Îranê û êrîşkirina polîsên Albaniyê bo ser Kempên Saziya Mucahidîn Xeliq şermizar kir.

Di beşek ji vê daxuyaniyê de hatiye ku di berdewamiya hewilên rejîma Îranê di çend mehên derbasbûyî de bona zivirandina abiroya ji destçûyî ya rejîmê li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî“  û xerickirina dolarên nefta Îranê li welatên hejar yên weke „Albanî“ bo êrîşkirina ser penahendên Mucahidînê yek ji hewlên rejîma Îranê ye ku ber bipêşve biriye.

Herwisa hatiye ku erîşên hovane yên polîsên “Albanî“ yê ku bê goman digel Îranê bi hevre lihevkirine û ev kar encam dane yek ji hewlên rejîma Îranê ye bona çêkirina tiris û xof di nava tevgerê de ye.

Di beşek din a vê daxuyaniyê de bas ji rûyê qirêj û zarokkuj yê rejîma Îranê hatiye kirin ku di dinyayê de risva bûye.

Di dawiyê de ev her sê Hevpeymaniyên Siyasî êrîşkirina ser Saziya Mucahidîn Xeliq şermizar dikin û ragihandine ti yasayek nikare çalakiyên siyasî yên saziyekê li derveyî welat sînordar bike.

Ev daxwaza bersivdanê ji dewlet û navendên dadwerî ji welatê  Albanî dikin ku ev reftarên dije mafê mirovî û bi taybet bi heq yên penaberan pêka madeyên pejirandî li komîsarên bilind yên penaberan de dikin.