Di sê mehên destpêka sala 1402 a Rojî de, herî kêm 44 kolber û kasibkar li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin û piraniya wan bi gulleyên hêzên rejîmê canê xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Li gorî rapora Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, di sê mehên destpêka sala 1402 a Rojî de, herî kêm 44 kolber û kasibkar li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin ku %77 a tevahiya wan bûyerane bi gulleyên rasterast ên hêzên rejîma Îranê bûne qurbanî.
Hengawê nivîsiye: “8 kolber û kasibkaran canê xwe ji dest dane û 36 kolber û kasibkar jî birîndar bûne ku du kes ji wan temenê wan bin 18 saliyê bûye”.
Hengaw dibêje, zêdetirîn qurbanî li parêzgeha Kirmaşanê bi 28 haletan hatiye tomarkirin. Hêjayê gotinê ye ku zêdetirîn kolber û kasibkar bi 6 haletan li sînorên bajarê Banê hatine kuştin û herwisa zêdetirîn kolber jî, bi 26 haletan li sînorên navçeya Nawsûdê ya bajarê Pawê birîndar bûne.
Hengawê şêweya mirin yan birîndara wan kolber û kasibkaran bi vî awayî nivîsiye: “34 kes rastî gullereşandina rasterast a hêzên rejîmê hatine ku 4 kesan canê xwe ji dest dane û 30 kes jî birîndar bûne. Di bûyerên sirûştî de jî, 3 kolber bûne qurbanî û 3 kes jî birîndar bûne. Bi lêdan û îşkenceya hêzên rejîmê û kevtina bin maşînê, 3 halet hatine tomarkirin ku kesekê canê xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar bûne û herwisa kolberek jî bi sedema teqîna mînê birîndar bûye.