Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xalid Ezîzî: Em dewleta wê demê ya Otrîşê di dosyeya terora Dr. Qasimlo de berpirsiyar dizanin

11:21 - 24 Hezîran 2023

Roja Înê 2ê Pûşperê, di konferansekekê de ku Encumena Birêveberayetiya bajarê Viyena Otrîşê pêk anîbû, 4 endamên parlemana Otrîşê û heyeteke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serpereştiya “Xalid Ezîzî” Berdevkê Hizba Demokrat beşdarî kirin.

Di vê konferansê de, Xalîd Ezîzî behseke giştî li ser rewşa siyasiya niha a Rojhilatê Kurdistan û Îranê û fakterên pêwendîdar bi tevgera siyasî û mafxwaziya Kurd û Îraniyan li xebat û têkoşîna wan li dijî Komara Îslamî ya Îranê pêşkêş kir.

Berdevkê PDKÎ di behsa xwe de tevî îşarekirin bi siyaset û helwêsta Hizba Demokrat li hember pêşhat û guherinkariyên siyasî li Îranê, çend rêkareke dîplomasî pêşniyarê dewlet û parlemana Otrîşê kir ku pêwîst e li ser asta Yekîtiya Ewropayê wan lidar bixin.

Rêzdar Xalid Ezîzî di beşeke din a karê konferansê de ragihand: Em di dosyeya terora Dr. Qasimlo de, di niha de ne xelkê Otrîşê û ne jî dewlet û parlemana niha û hizbên vî welatî bi tawanbar nizanin, lê dewleta wê demê ya Otrîşê bi tawanbar û berpirsiyrarê wê cinayetê dizinin ku Komara Îslamî kir û dewleta Otrîşê jî tevî hebûna gelek belge û dîkomênt, lipeykevtina dadwerî bo nekir.

Her di heman panêlê de “Mihemed Feqê Elî û Hîwa Behramî” berpirsên beşa Pêwendiyên Hizba Demokrat li ser çend mijarên din ên girêdayî rewşa Îranê û nerazîbûnên giştî yên li dijî Komara Îslamî ya Îranê axivîn.

Di panêla deyem a konferansê de, “Bêrîvan Eslan”, Parlemantar li Partiya Kesk a Otrîşê, Dr. Şitfanî Kirîsper, Parlemantar li Partiya Lîbral Demokrat, Marîna Hanke, Parlemantar li Partiya Sosiyal Demokrat û Nîkî Konrad, Berdevka Mafê Mirovî a Partiya Kesk, gortarên xwe pêşkêş kirin.

Wan parlemantaran di vê konferansê de li ser rêkarên ji bo piştevanîkirin ji tevgera xwenîşandana xelkê Îranê, çawaniya parastina dijberên Komara Îslamî li Otrîşê, pirsa sîxurîkirin li ser dijberên Komara Îslamî li Otrîşê ji aliyê karmendên balyozxaneya Îranê û navendên bi navê çandî yên Îranê û pêdviya berdewamiya şoreşa Jînayê heta bidestveanîna armancên wê yên dawî, axavtin kirin.

Hêjayê gotinê ye ku, her wê rojê rêzdar Xalid Ezîzî û heyeta PDKÎ sardana pêşangeha wêneyên şehîdên şoreşa Jînayê li ber deriyê bikeya Netewên Yekgirî li Viyenê kirin.