Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Bila Saziya “Neteweyên Yekgirtî” bi lezgînî lêkolînê li ser dironên Îranê bike

11:26 - 24 Hezîran 2023

Amerîka û çend welatên Ewropayê, daxwaz ji “Saziya Neteweyên Yekgirtî” kirine ku bi lezgînî lêkolînê li ser bikarhatina dironên Îranê li şerê Rûsiyê digel Ukraynê bike.

Pêka rapora Nûçegihaniya “Asoşêytid Prês” Amerîka, Birîtaniya, Ferance, Albanî û Ukraynê daxwaz ji Saziya Neteweyên Yekgirtî kirine ku bi lezgî lêkolînê li ser binpêkirina “biryarnameya 2231 a Şêweraya Ewlehî” ya Saziya Neteweyên Yekgirtî ji aliyê Rûsiyê û Îranê ve bike.

Di rapora “Asoşêytid Pirês” de hatiye, ku Nûnera Amerîkayê li Saziya Neteweyên Yekgirtî “Lînda Tomas Girînfêld”, tevî îşarekirin bi biryarnameya 2231 a Şêwreya Ewlehî ya Saziya Neyeweyên Yekgirtî ku veguhastina her cure cebilxaneyeke Îranê bo Rûsiyê qedexe kiriye, çendîn belge li derheq şandina 100an dironan û herwisa alav û cebilxane ji Îranê bo Rûsiyê, nîşan daye.

Herwisa wê ajansa nûçegihaniyê daye zanîn, ku Ukrayn û Birîtaniyayê jî, çendîn belge yên Erteşa Ukraynê li ser bikarhatina dironên rejîma Îranê li şerê Rûsiyê digel Ukraynê nîşan dane û Ofîsa Saziya Neteweyên Yekgirtî bi serokatiya “Antoniyo Gutrêş” mijûlê lêkolînê li ser belgeyên vergirtî ne û renge li derheq veguhastina dironan, raporekê belav bike.

Nûnerê Rûsiyê li Saziya Neteweyên Yekgirtî  “Wasîlî Nibinziya”, vergrina her cure belgeyek ji Ukrayn û Îranê bo bikarhatina dironên Îranê red kir.

Dironên rejîma Îranê bo kuştina xelkê medenî û kavilkirina bajarên Ukranê, ji aliyê Rûsiyê ve têne bikaranîn û rejîma Îran ji bo şandina diron û alavên din ên şer bo Rûsiyê berdewam e.