Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

8 kompaniya û rêkxirawên berhemanîna dironên rejîma Îranê hatine dorpêçkirin

11:38 - 24 Hezîran 2023

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê ragihandiye, ku di besteya 11 a dorpêçên dijî Rûsiyê de, 8 kompaniyên berhemanîna dironan li Îranê jî, bi sedema vê ku li şerê Ukraynê de beşdar bûne û diron dane Rûsiyê hatine tehrîmkirin.

“Cozêp Borêl” Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê, roja Înê 2ê Pûşperê ragihand, lîsteya dorpêçên nû ya Yekîtiya Ewropayê li derheq êrîşên Rûsiyê bo ser Ukraynê 8 kompaniya û rêkxirawên Îranê jî li xwe digire ku diron berhem anîne û xistine ber destê Rûsiyê.

Pêka raporên belavbûyî, ew kompaniyayên ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hatine dorpêçkirin bi vî awayî ne: “Kompaniya darêtin û çêkirina matorên hewayî, kompaniya Mado, kompaniya Perawerê Pars û Sen`eta Esmaniya Şahidê”.

Herwisa 4 damezrawe ji wan “hêza Hewayî ya Spaha Pasdaran, Rêkxirawa Lêkolîn û Cîhada xwedabînker ya hêza Bejayî ya Spaha Pasdaran û Seneta Esmanî ya Quds” bi lîsteya reş a Yekîtiya Ewropayê hatine zêdekirin.

Yekîtiya Ewropayê di pekêca nû ya dorpêçên xwe de nêzî 90 kompanî û rêkxiraw li welatên cuda di warê veguhastin û wizeyê de tehrîm kir.