Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kompaniya “Kiplêr” îdiaya rejîma Îranê li derheq nemana nefta Îranê li enbaran, bi direw derxist

11:30 - 3 Hezîran 2023

Rejîma Îranê îdia kiribû ku paşkevta berhemên gazî û neftiya Îranê di enbaran de nemaye û hemû firotiye, lê Kompaniya “Kiplêr” bi belavkirina amarek ji neft û gaza bêkiryarmayî li ser avê, ew îdiaya rejîmê bi direw derxist.

Kompaniya Zaniyariyên Kelûpelan a “Kiplêr” bi belavkirina amarekê daye zanîn, ku niha zêdetir ji 50 milyon bermîl ji berhemên gaza şil û zêdtir ji 30 milyon bermîl nefta Îranê di enbararan de li ser avê maye û ti alî an dewletek bikirê vê nîne.

Ewa di halekê de ye ku roja Înê 12ê Cozerdanê, rejîma Îranê îdia kiribû ku 78 milyon bermîl ji berhemên gaza paşkevtkirî li gemiyên neftkêş de firotiye û ti paşkevte din nemaye.

Amarên “Kiplêr”ê didin xuya ku berhemên gaza şil a rejîma Îranê li dawiya 2021 de nêzî 44 milyon bermîl bûye ku ew rêjeye li destpêka meha derbasbûyî de heta 18 milyon bermîlan daketibû û niha 19 milyon bermîl bi vê rêjeyê zêde bûne.

Herwisa paşkevta nefta xav a Îranê li tankêrên neftkêş di kendavê de, 16 milyon bermîl kêm bûye û gihaye 3.5 milyon bermîlan.