Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyama mehekê de 54 çalakvanên siyasî û medenî li Kurdistanê hatine binçavkirin

11:43 - 24 Hezîran 2023

Di meha Cozerdana 1402 a Rojî de, 54 kes ji çalakvanên siyasî û medenî yên Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin.

Pêka amarên hatinî tomarkirin ji aliyê Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ve, ku roja 31ê Cozerdanê hatiye belavkirin, di heyama meha Cozerdana sala 1402an a Rojî de 54 kes ji çalakvanên siyasî û medenî yên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê navendên tepeserker yên rejîma Îranê ve bi tohmetên dijayetîkirin digel Komara Îslamî û hevkarî digel hizbên dijberê rejîmê hatine binçavkirin û bo girtîgehên ewlehî yên îdareya Îtilaatê hatine veguhastin.

Beşek ji wan binçavkiriyan piştî dawîhatina lêpêçînê bi danîna barimteyên giran hatine azadkirin û beşek din jî heta niha qedera wan nexuya ye.

Herwisa pêka vê amarê, 23 kes ji çalakvanên siyasî û medenî li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê ku berê ji aliyê navendên tepeserker yên rejîmê ve hatibûne binçavkirin û rastî lêpêçînê hatibûn, ji aliyê Dadgeha Şoreş ya rejîma Îranê ve dosyeyên wan hatine yekalîkirin û cezayê girtîgeh, cezayên nexdî û lêdana qamçiyan bi ser wan de hatine sepandin.

Gelemper wan cezayan 101 sal û 15 roj girtîgeha tezîrî û 8 sal girtîgeha ragirtî, herwisa lêdana 74 derbên qamçiyan û çend sal dûrxistin ji warê xwe bi ser wan de hatiye sepandin.