Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpa milîsên Wagnêr li dijî Rûsiyê rawetaye

11:56 - 24 Hezîran 2023

Girûpa milîsên Wagnêr, Rûsiye tohmetbar kiriye ku êrîş kiriye ser hêzên wan û niha ew girûpe li hember hêzên Rûsiyê rawestaye û cihên leşkerî û çendîn cihên bajarê “Rostif”a Rûsiyê xistine bin kontrola xwe.

Pêka raporên belavbûyî, girûpa milîsên Wagnêr li hember Ertêşa Rûsiyê derkevtiye û çendîn cih xistiye bin kontrola xwe û li bajarên girîng ên wek Moskoyê, rewşa awarte hatiye ragihandin û hêz bo parastina cihên hestiyar ên Rûsiyê hatine şandin.

Serokê girûpa Wagnêr “Yêvginî Pirîgojîn” di vê derheqê de gotiye: “Bi fermana Wezîrê Berevaniya Rûsiyê, Ertêşa Rûsiyê bi mûşekan êrîş kiriye ser me û çendîn serbazên me kuştine”, herwisa navbirî gefa tolhidanê xwariye û gotiye ku hejmareke zêde hêzên leşkerî yên Ertêşa Rûsiyê piştevaniyê li me dikin û daxwaz ji hêzên leşkerî yên Rûsiyê kiriye ku tevlî hêzên wan bibin”.

Herwisa Serokê Rûsiyê “Viladêmîr Pûtîn” jî, girûpa Wagnêr bi îxanetkar binav kiriye û gotiye ku bersiva me bo vê şoreşa leşkerî dê gelek tund be”.

“Viladêmîr Pûtîn” di konferanseke rojnamevanî de got: “Ya ku îro em pê re rû bi rû ne xiyaneta navxweyî ye, pêwîst e em li Rûsyê hemû hêzên xwe bikin yek û yê ku serhildanê organîze dike, hewl dide welat ber bi teslîmbûn û şerê navxweyî ve bikişîne, berjewendiyên şexsî bûne sedema îxaneta li welat û emê welat û hevwelatiyên xwe biparêzin”.

Girûpa Wagnêr an jî Ertêşa Taybet a Wagnêr, komek çekdar an jî şîrketeke leşkerî ya taybet e ku nerasterast bi Ertêşa Rûsyayê re girêdayî ye ku bi navnivîsiya xwebexşane ya leşkeran, di şeran de beşdariyê dike. Wan di şerê navxweyî yê Sûriyê de, şerê Donbas û êrîşa Rûsyayê li ser Ukraynayê de beşdarî kiriye.