Tevî gefxwarinên rejîma Îranê, ciwanên şoreşgêr yên Kurd bi berdewamî li deverên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê alaya Kurdistanê bilind dikin.
Pêka nûçeyên ku bo Odeya Nûçeyan a Navenda Ragehandina PDKÎ hatine şandin, roja Înê 2ê Pûşperê, ciwanên nîştimanperwer yên gundê “Gabazele” yê girêdayî bajarê “Mihabad”ê alaya pîroz a Kurdistanê bilind kirin û çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Ji aliyeke dinê ve, ciwanên xwedî bîr û bawer yên gundê “Gewre Qela” yê girêdayî devera “Serşîw” a ser bi bajarê “Seqiz”ê, alaya pîroz a Kurdistanê û logoya PDKÎ bilind kirin û peyamek ghandine destûpêwendiyên rejîmê ku bi ti awayekî nikarin nasname û pîroziyên gelê Kurd ji dil û mêjiyê ciwanên Kurd de reş bikin.