Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komkirina wajo bo helweşandina cezayê “Luqman Emînî”

12:14 - 24 Hezîran 2023

Beşdarbûyên nimêja roja Înê yên Mizgevta “Çar Yarê Nebî” ya bajarê Sinê, bo piştevanîkirin ji mamoste “Luqman Emînî”, wajo kom kirin.

Pêka rapora “Çaw News”ê, roja Înê 2ê Pûşpera 1402 a Rojî, beşdarbûyên nimêja roja Înê yên Mizgevta “Çar Yarê Nebî” ya bajarê Sinê, bo piştevanîkirin ji mamoste “Luqman Emînî” û daxwaza helweşandina cezayê hatî sepandin bi ser navbirî de, wajo kom kirin.

Mamoste “Luqman Emînî” pêşnimêjê Mizgevta “Çar Yarê Nebî” ya bajarê Sinê, bi sedema piştevanîkirin ji xelkê li dema serhildana seranserî, ji aliyê binav Dadgeha Taybet a Mamosteyan ya rejîmê li bajarê Hemedanê, cezayê 11 sal girtîgeh, 2 sal dûrxistin bo bajarê Erdebîl, jêsatandina kincên mamostatiyê û qedexekirina pênimêjiya roja Înê, bi ser de hatibû sepandin.

Ew kesayetiyê olî, roja Duşemî 10ê Rêbendana 1401 a Rojî, li rêya “Sine-Merîwan”ê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve digel mamoste “Îbrahîm Kerîmî Nenele” hatibû binçavkirin, û roja Çarşemî 3ê Reşemeyê bi danîna barimteyê û bi awayê demkî, heta dawîhatina qonaxên dadgehîkirina wan, ji girtîgehê hatine azadkirin.