Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî Kurd ji bo derbaskirina cezayê xwe bo girtîgehê hat veguhastin

10:24 - 25 Hezîran 2023

Pêka rapora gihîştî bi odeya Nûçeyan a Ragihandina Hizba Demokrat, roja Şemî 3`ê Pûşperê, Welî Gulmihemedî, yek ji girtiyên Şoreşa Jînayê li bajarê Bokanê ku cezayê salek hepsa te`zîrî li ser de hatibû sepandin, bo cîbicîkrina vê biryarê ji bo girtîgehê veguhastin.

Navbirî di rewta Şoreşa Jînayê de hatibû binçavkirin û piştî derbasbûna mehekê di girtîgehê de, bi awayê demkî hatibû berdan, û roja 13`ê Banemerê li taya 101 a dadgeha Cezayê Giran a bajarê Bokanê, cezayê salek hepsa te`zîrî li ser wî de sepandin.

Welî Gulmihemedî bi tohmeta “endambûn di yek ji partiyên kurdî yên dijberî rejîmê” û “belavkirina baweriyên opozisyonê li dijî Komara Îslamî” hat dadgehkirin û bi salek heps hat cezakirin.