Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li sînorê Banê kolberekî Kurd bi guleyên hêzên rejîmê hat kuştin

10:33 - 25 Hezîran 2023

Kolberê bi navê Wirya Şerîfî yê xelkê bajarê Bane dema ku li navçeyeke sînorî ya vî bajarî kolberî dikir, ji aliyê hêzên Îranê ve rasterast hat gulebarankirin.

Li gor nûçeya Kurdpayê, êvariya roja Şemiyê 3ê Pûşperê kolberê bi navê Wirya Şerîfî temen 27 salî û xelkê gundê Hengejale ya ser bi bajarê Bane, ji aliyê hêzên Îranê ve bo armanc û canê xwe ji dest da.

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên rejîmê bi bê haydarkirina berê ew kolberê Kurd kirine armanc.

Wirya Şerîfî di encama gulebarana rastesrat a hêzên rejîmê de, gule li serê wî ketiye û demldest canê xwe ji dest daye û rakirine nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya Bane.

Her di vê pêwendiyê de, sibeha roja Duşemî 15’ê Cozerdana îsal jî, Hoşyar Hesenpûr xelkê bajarê Bane, dema ku li sînorê Zile kolberî dikir, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bo armanc û canê xwe ji dest da.

Hêjayî gotinê ye ku di heyama sê mehên destpêka demsala Bihara îsal de, 35 kolber û kasibkarên Kurd li navçeyên sînorî yên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin.