Dîlan Urmiye di festîvaleke hunerî li welatî Îspaniyayê de beşdar bû, û vê girûpê karî bibe xwediyê pileya duyem.
Di rojên derbasbûyî de girûpa “Dîlan Urmiye” li welatê “Îspaniya”yê beşdarî festîvalek hunerî ya bi navê “Fîstilona” li bajarê “Barsêlona”yê de kir.
Di vê festîvalê de 15 girûpên sema, denis û mûzîkên folklor li welatên cuda yên cîhanê beşdar bûne.
Girûpa “Dîlan Urmiye” di vê festîvalê de du cure govendên Kurdî pêşkêş kirin û karî serbikeve û pileya duyem a vê festîvalê bi dest bîne.
Ji aliyê koma birêveberiya festîvalê ve lewha serkevtinê û 4 medal pêşkêşî vê komê hat kirin.
Hêjayê gotinê ye ku eva yekem serkevtina vê girûpê nine heta niha girûpa “Dîlan Urmiye” li çendîn festîvalên cuda yên navnetewî li derveyî welat û navxweyî welat de beşdarî kiriye û her carê kariye pileyan bi dest bîne.
Herwisa ev koma han di sala 2021`an de, bi awayekî fermî bû bi endamê Encûmena Folklorî ya Ewropayê.
“Dîlan Urmiye” li sala 1395an a rojî (2017) ji aliyê xortên bajaroka “Balav” yê girêdayî bajarê Urmiyê bona parastin û geşedan bi govendên Kurdî hatiye avakirin.