Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dîsan li lişteya reş ya girûpa “FATF” de ma

11:45 - 25 Hezîran 2023

Rejîma Îranê biryar û yasayên konvansiyona “Palêrmo” û “CFT” erê û cibicî nekirine, lewma navê rejîma Îranê li lîsteya reş ya “FATF”ê de maye.

Girûpa Karê Taybet a “FATF” di civîna xwe ya nû de ragihand ku bi berçavgirtina vê yekê ku rejîma Îranê “Konvansiyona Palêrmo” û konvansiyona “CFT” yê  erê û wajo nekiriye, her dîsan li listeya reş ya “FATF”ê de maye û vê girûpê daxwaz ji welatên endam li vê girûpê de kiriye ku pêka pêşniyarnameya jimare 19 a vê girûpê, hemû pêwendiyên xwe yên malî, ticarî û bankî digel kesên hiqûqî û heqîqî yên Îranî, sînordar û bi hûrî bidin berhev.

Herwisa girûpa “FATF”ê bi tekezî gotiye ku ti guherînke ji sala 2020a Zayînî ve heta niha rejîma Îranê li ser xwe de neaniye û heta rejîma Îranê konvansiyona “Palêrmo” û “CFT”ê wajo û cibîcî neke dê her li lîsteya reş ya vê girûpê de bimîne.

Herwisa “FATF” li ser biryara xwe ya nû daxwaz ji hemû welatên endam li vê girûpê û hemû navendên dadweriyê kiriye ku pêngavên karlêker û micid bi pêka pêşniyarnameya hejmara 19, li dijî rejîma Îslamiya Îranê bi rê ve bibin.

Rejîma Îranê bi sedema naveroka siyaseta xwe û binyata hizrîna xwe, dest ji dabînkirina malî ya girûpên terorîstî û geşedan bi terorîzma dewletî û navnetewî, hilnagire û bo sipîkirina pere ji her rêyekê, mifahê verdigre.