Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadseraya Giştî ya rejîmê li Sinê tohmetek nû bi ser rojnamevana Kurd de sepandiye

11:59 - 25 Hezîran 2023

“Jîna Muderis Gurcî” Rojnamevan û çalakvana warê mafê Jinan ji aliyê dadseraya Şoreş ya rejîmê ve li bajarê Sinê, tohmetek nû bi ser navbirî de hatiye sepandin.

Pêka rapora Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê “Xweragirî” “Jîna Muderis Gurcî” Rojnamevan û Çalakvana warê mafê jinan ku 21ê Xakelêwa 1402an hatibû binçavkirin û bo benda jinan a navenda “Îslah û Terbiyet” ya rejîmê li bajarê Sinê hatibû veguhastin, Dadseraya Giştî ya rejîmê tohmetek nû li jêr nave “Hevkarîkirin digel dewletên dijberî rejîmê” bi ser de sepandiye.

Hêjayê gotinê ye ku berê rejîmê tohmeta “Banghêjî dijî hikûmetê û hewildan bo têkdana ewlehiya giştî ji rêya pêkanîn û endambûn di girûpên neyasayî” bi ser wê rojnamevana Kurd de sepandibû.