Malbatên şehîdên şoreşa Jînayê li Seqizê, serdana malbata şehdên wê şoreşê li Bokanê kirin û bi danîna tacegul li ser tirba pîroz a şehîdan, peymana wefadariyê digel şehîdên wê şoreşê nû kirin.
Roja Pêncşemî 11ê Cozerdana 1402 a Rojî, piraniya malbatên şehîdên şoreşa Jînayê li Seqizê serdana Bokanê kirin û digel malbata şehîdên serhildana Bokanê, serdana tirba şehîdên xwe li Bokanê kirin.
Malbata şehîdên wê şoreşê bi gotina dirûşmên wek “şehîd namirin û rê û rêbaza wan berdewam e”, peymana wefadariyê digel hemû şehîdên Kurdistanê, bi taybet şehîdên şoreşa Jînayê dubare kirin.