Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesên ser bi rejîma Îranê peyva “Şehîd” li ser kêla şehîdekî şoreşa “Jîna”yê reş kirin

12:06 - 25 Hezîran 2023

Pêka rapora Rêkxirawa ـafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, kesên girêdayî rejîma Îslamiya Îranê li berdewamiya karên xwe yên gemar û kirêt de û bi armanca têkdana tirba şehîdên şoreşa “Jîna”yê, peyva “Şehîd” li ser kêla şehîd “Azad Husênpûrî” reş kirine.

Herwisa Kurdpayê ragihandiye: “4 rojan berî niha bi malbata “Husênpûrî” re hatiye ragihandin ku peyva “Şehîd” li ser kêla kurê wan hatiye reşkirin”.

“Azad Husênpûrî”, xelkê bajarê Mihabadê û pizîşkê diransaz, li xwenîşandanên seranserî de li dijî rejîma Îranê, li roja Pêncşemî 26`ê Xezelwera 1401 a Rojî li bajarê Mihabadê de li encama teqeya hêzên serkutker ên rejîmê, hate şehîdkirin.

Tirba şehîdên şoreşa “Jîna”yê, ji niha ve bûne navendek bona nûkirina soz û peyman digel rêbaza şehîdan û bedewamkirina şoreşê li dijî rejîma Îslamiya Îranê, lewma rejîma Îranê bi rêya kesên girêdayî bi xwe, çendîn caran li hewlên gemar û qirêj de, tirba wan şehîdan têk dane.