Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna semînereke siyasî ji bo berdevkê Hizba Demokrat li Otrîşê

10:56 - 26 Hezîran 2023

Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Otrîşê, roja Şemî 3ê Pûşperê, semînarek bo birêz Xalid Ezîzî Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê pêk anî.

Rêzdar Xalid Ezîzî di wê semînarê de ku bi beşdariya nûnerên Hizbê û rêkxirawên Kurdistanî, Navenda Revenda Kurdistanî li Otrîşê û komek ji Kurdên Rojhilatê Kurdistanê yên rûniştiyên vî welatî bi rê ve çû, destpêkê bi hilkefta nêzîkbûna 34 saleya terora Viyenê axivî û bal kêşande ser berdewamiya rêbza Dr. Qasimlo û zîndîbûn û vejîna bîra Qasimlo di hest û dil û bawera xelkê Kurdistanê de.

Helsengandina rewşa siyasî ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê, encamên şoreşa Jînayê û xalên bihêz û lawaziyên wê şoreşê, sedemên êrîşên hovane yên Komara Îslamî ya Îranê li ser xelkê û baregehên Hizbên Kurdistanî, çend mijar ji behsên rêzdar Xalid Ezîzî bûn ku navbirî ji dîtingeha Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve li ser wan axivî.

Berdevkê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di berdewamiya axavtinên xwe de, bal kişande ser aliyên cur bi cur ên nexşerêya derbasbûn ji Komara Îslamî û darêtin û avakirina Îrana paşerojê li ser bingeha dabînkirina maf û azadiyên wekhev ên pêkhateyên wî welatî, wek kiyanek siyasî a Komarî, demokrat û fedral.

Navbirî herwiha xisarên bûyerên piştî şoreşa Jînayê helsengandin kir û îşare bi erkên hizbên Kurdistanî ji bo pêkanîna hevpeymaniyek hevbeş û hêzên siyasî di asta Îranê de ji bo çêbûna alternatîva Komara Îslamî kir.