Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî siyasî yê Kurd dest avêt bi greva birçîbûnê

10:59 - 26 Hezîran 2023

Huşmend Elîpûr girtiyê siyasî yê Kurd û yê xelkê Serdeştê ku çendîn sal e di girtîgeha navendî ya rejîmê li Sinê de ye, dest avêt bi gireva birçîbûn.

Li gorî rapora “Hangaw”ê, roja Şemî 3ê Pûşperê, girtiyê siyasî yê xelkê Serdeştê Huşmend Elîpûr, li girtîgeha navendî ya rejîmê li Sinê, bi armanca nîşandana nerizayetiyê derheq rêgirtina navendên ewlehî ji azadiya wî ya bi merc, dest avêt bi gireva birçîbûn.

Wî girtiyê siyasî yê nerazî ragihandiye, ku heta ji girtîgeha navendî ya rejîmê li Sinê azad nebe, dê gireva xwe ya birçîbûnê bidomîne.

Huşmend Elîpûr midehek beriya niha jî, bi nîşandana nerizayetiya xwe derheq vê ku îdareya Îtilaatê li hember daxwaza wî ya mirexesiya demkî ji bo beşdarîkirin ji merasîma biaxsipartina birayê xwe yê ku dema kolberiyê de, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû kuştin, dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Ew girtiyê siyasî sala 1397an a Rojî, digel Mihemed Hosta Qadr, xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên rejîmê ve li vî bajarî hatibûne girtin û piştî 108 car lêkolîn û lêpêçînkirin, bo bendîxaneya navendî ya rejîmê Ii Seqizê hatibû veguhastin û di heman salê de ji bo girtîgeha navendî ya rejîmê li Sinê hate veguhastin. Navbirî di dema girtinê de heta niha, ji bo yek carî jî, bi wî re îzna mirexesiyê nehatiye dan.