Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Almanê xwenîşandanek li dijî rejîma Îranê bi rê ve çû

11:00 - 26 Hezîran 2023

Li berdewamiya xwenîşandanên li dijî rejîma Îranê, aksiyoneke çend demjimêrî li bajarê Kolna Almanê bi rê ve çû.

Roja Şemî 3ê Pûşpera 1402 a Rojî, endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, Komeleya Şoreşgera Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê, Partiya Çep a Îranê û çend aliyên din bo piştevanîkirin ji şoreşa “Jîna”yê, aksiyoneke 10 demjimêrî lidar xistin.

Aksiyon bi hildana xîvet, danîna wêneyên şehîdan û girtiyên siyasî û wêneyên şehîdên bidarvekirî hate destpêkirin.

Di vê aksiyonê de beşdarbûyan dijayetiya xwe digel siyaseta milîtarîzekirin a Kurdistanê û gefxwarinên rejîma Îslamî ya Îranê ji hizbên Rojhilatê Kurdistanê û bidarvekirina azadîxwazan dane xuya.

Di berdewamiya aksiyonê de, peyama hevpar a hêz û aliyên siyasî yên beşdar ji aliyê “Tirîfe Hesenpûr” ve hate xwendin.

Aksiyon ji demjimêr 10ê sibêdehê heta 8ê şevê, berdewam bû.