Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya şandeke Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê li 35emîn kongireya Ciwanên Enternasiyonal Sosiyalîst

11:09 - 26 Hezîran 2023

Sibêdeha roja Pêncşemî 1ê Pûşperê, 35emîn kongireya Enternasiyonal Sosiyalîst li paytexta welata Panamayê bi beşdariya zêdetir ji 150 saziyên ciwanên cîhanê li Asiya, Ewropa, Amerîka, Afrîqa û Rojhilata Navîn bi rê ve çû. Behs û mijarên wê kongireyê taybet bûn bi arîşeyên ciwanên cîhanê û bandora popolîzm di vê serdemê de.

Şandeke Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê wek endamê çalak û hertimî ya wê rêkxirawa cîhanî, pêk hatibû ji Kemal Mihyedînî û Sofiya Emînî bi gellalekirina sê biryarname di wê kongireyê de karîn zêdetirîn dema kongireyê bo behskirin li ser pirsa Kurd bi giştî û Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî terxan bikin û bi komdenghê endamên kongireyê, biryarnameyan bipejirînin. Ev biryarnameyane pêk hatibûn ji: Biryarnameya taybet bi şoreşa Jînayê û encamên wê, biryaranameya derbasbûn ji Komara Îslamî û sîstema desthilatdariya paşerojê li vî welatî û biryarnameya hevpeywendiya kongireyê û endamên Rêxistina Ciwanên Enternasyonala Sosyalîst digel Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê.

Di vê kongireyê de biryar ji bo pêkanîna kempeynek bo hevpeywendî digel Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê ku hevpeymaneke sereke û cidî ya Rêkxirawa Sosyal Demokratan li navçeya Rojhilata Navîn û Îranê de ye, hate dan.

Herwiha biryar hate dan ku konferansa Ciwanên Enternasyonala Sosyalîst li Herêma Kurdistanê bi rê ve here û rêxistinên azad û pêşkevtinxwaz yên cîhanê di wê konferansê de ezmûnên xwe bi ciwanên Kurd re parve bikin û rewşa ciwanên Rojhilat û Yekîtiya Ciwanan ji nêz ve bibînin.

Şanda Yekîtiya Ciwanên Demokrat li rex karên kongireyê, çendîn hevdîtin digel ciwanên din ên welatên cîhanê bi taybet yên Ewropayê hebû.

Hêjayê gotinê ye ku li Kurdistanê, ciwanên Hizba Demokrat, ciwanên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û ciwanên HDPê di vê rêkxirawa cîhaniya ciwanan de endam in.