Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên ewlehî yên rejîmê givaş xistine ser kanalên nûçeyan ên Banê

11:54 - 26 Hezîran 2023

Hêzên ewlehî yên rejîma Îranê bo perdepoşkirina cinayetên xwe yên li ser sînoran bi kanalên Telegramî yên bajarê “Banê” re huşdarî dane ku ji belavkirina her cure nûçeyekê li derheq kuştina kolberan, xwe biparêzin.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, di heyama salên derbasbûyî de, hêzên ewlehî bi givaşxistin bi ser kanalên nûçeyan, rêgirî ji belavbûna nûçeyên derheq rewşa kolberan li ser sînorên bajarê Banê kirine û fermandeyên “Hêza Sînorî” a rejîmê, her tim îdia kirine ku “bi berçavgirtina yasayan teqe li kolberan hatiye kirin”, lê di rastiyê de dixwazin wiha bidin xuya ku kiryarên wan yasayî bûne.

“Kurdpa”yê daye zanîn, hêzên ewlehî yên rejîma Îranê gef li kanalên Telegramî yên bajarê Banê xwarine û gotine ku nûçeyên kuştina kolberan belav nekin û eger kesek li ser sînoran tê kuştin, nabe ji vê zêdetir bas bê kirin û hûrdekariyên vê divê veşartî bimînin.

Hêjayê gotinê ye ku roja Şemî 3ê Pûşperê, kolberek Kurd yê bi navê “Vuriya Şerîfî” yê xelkê gundê “Hengejale” yê ser bi Banê, bi sedema gullereşandina hêzên rejîmê canê xwe ji dest da.

Herwisa sibêdeha roja Duşemî 15ê Cozerdanê jî, “Huşyar Hesenpûr” kolberê xelkê Banê bi teqeya hêzên rejîma Îranê li ser sînorê “Zile” hate kuştin.