Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Reşkirina peyva şehîd li ser kêla şehîdên şoreşa Jînayê

11:57 - 26 Hezîran 2023

Hêzên Îtilaata rejîmê li bajarê Mihabadê di hewleke qirêj de, peyva “şehîd” li ser kêla tirba şehîdên tevgera Jin Jiyan Azadiyê reş dike.

Hêzên Îtilaata rejîmê li bajarê Mihabadê, peyva “şehîd” li ser tirba şehîdê şoreşa Jînayê, şehîd “Zaniyar Ebûbekirî” reş kirin û beriya danîna kêla tirba şehîd Zaniyar Ebûbekirî, gef ji malbata navbirî xwaribûn ku xwe ji nivîsîna peybva “şehîd” li ser kêla navbirî biparêzin.

Zaniyar Ebûbekirî yê temen 22 salî û xelkê bajarê Mihabadê, 5ê Xezelwera 1401 a Rojî, li serhildana xelkê Mihabadê li dijî rejîmê bi gulleyên hêzên serkutkar ên rejîmê hate şehîdkirin.

Her di vê derheqê de hêzên Îtilaata rejîmê di berdewamiya kiryarên têkderane yên rejîmê de, peyva “şehîd” li ser tirba şehîd “Azad Husêpûr” ê xelkê bajarê Mihabadê jî reş kiribûn.

Li ser kêla wan şehîdan hatiye nivîsîn “namirin yên ku di dilê milet de dijîn”.