Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elkola sexte canê 9 kesên din li Îranê stand

12:00 - 26 Hezîran 2023

Li menca nû ya jerhrîbûna xelkê Îranê bi vexwarina elkola sexte, 9 kesên din jî canê xwe ji dest dan û bi 10an kes jî bi vê sedemê di nexweşxaneyan de hatine razandin.

Pêka gotina binav Fermandarê bajarê “Robatkerîm”, li bajarên “Perend û Robat Kerîm” ên ser bi parêzgeha Tehranê, roja Yekşemî 4ê Pûşperê, 22 kes bi sedema vexwarina elkola sexte jehrî bûne û li heyama 4 rojên derbasbûyî de 7 kesan jî canê xwe ji dest daye; herwisa li bajarê Ramserê jî, bi sedema jehrîbûn bi elkola sexte, 2 kesan canê xwe ji dest da.

Heyameke zêde ye ku li seranserê Îranê vexwarinên elkolî ku elkola wan sexte ye, dibe sedema canjidestdana xelkê û pêka amarên rejîma Îranê li sala 1401 a Rojî, 644 kesan bi sedema vexwarina elkola sexte canê xwe ji dest dane ku bi berhevdanîn digel sala 1400 a Rojî, %30 zêde bûye.

Bi sedema vexwarina elkola sexte çendîn kes jî kor bûne, lê amara serast a jehrîbûn, canjidestdan û korbûna xelkê bi sedema vexwarina elkola sexte, gelek ji amarên belavbûyî yên rejîmê zêdetir e û gelek kesên jehrîbûyî bi sedema qedexekirina vexwarina elkolê û cezayê qamçîlêdanê, xwe ji çûn bo nexwaşxaneyan diparêzin.